PeyamaKurd-Neteweyên Yekbûyî daneyên kuştî û penaberên li Ukrayna eşkere kir. Li gorî daneyan: ji destpêka şer ve li Ukraynayê herî kêm 1793 sivîl hatine kuştin û hejmara penaberan jî ji 4,5 milyonî derbas bûye.
Li gorî rapora NYê, 2 hezar û 439 sivîl birîndar bûne. Her wiha hat ragihandin ku di pêvajoya 24ê Sibatê û 9ê Nîsanê de 4 milyon û 503 hezar û 954 kes derbasî welatên cîran bûne û ji nîvê vê hejmarê zêdetir jî derbasî Polonyayê bûne.
Daneyên dawîn ên encamên şer ev in:
2 milyon û 593 hezar û 902 penaber çûne Polonyayê
686 hezar û 232 penaber çûne Romanyayê
419 hezar û 101 penaber çûne Macarîstanê
410 hezar û 882 penaber çûne Moldivayê
404 hezar û 418 penaber çûne Rûsyayê
314 hezar û 485 penaber çûne Slovakyayê
19 hezar û 96 penaber çûne Belarûsê
Her wiha di 21-23ê Sibatê de jî 113 hezar kes ji herêmên Donetsk û Luhanskê derbasî Rûsyayê bûne.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin