Hejmara penaber û kampên wan li Kurdistanê hat ragihandin

Hejmara penaber û kampên wan li Kurdistanê hat ragihandin

PeyamaKurd - Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 37 kampên koçber û penaberan û bi qasî 300 hezar penaber li Herêma Kurdistanê hene.

Berpirsê Fermangeha Pêwendiyên Derve ya Herêma Kurdistanê Felah Mistefa ragihand, li gor raporta dawî ya Navenda Hevbeş a Qeyranan, 249 hezar û 639 penaberên Sûrî, 20 hezar û 575 penaberên Tirkî, 13 hezar û 162 penaberên Îranî û 756 penaberên Filistînî li Herêma Kurdistanê dimînin.

Mistefa da xuyakirin, ji sedî 63ê penaberan li bajar û navçeyên cuda yên Herêma Kurdistanê di nav gelê Kurdistanê de dijîn û ji sedî 37ê penaberan jî li kampan dijîn ku hejmara kampan jî 37 e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin