Orkestraya Kîevê li Îtalyayê konsera ‘astî û pistgiriyê’ da

Orkestraya Kîevê li Îtalyayê konsera ‘astî û pistgiriyê’ da

PeyamaKurd – Orkestraya Senfonî ya Kîevê (Kyiv Symphony Orchestra) wê li salona bajarê Taranto yê Îtalyayê ji bo pêkanîna aştiyê li Ûkraynayê konserek da ku li bajarê Matera jî wê konserek bê dayîn. Ew konser ji bo piştgiriya Ûkraynayê û di çarçoveya kampanyayên alîkarîya Ûkraynayê de hatiye dayîn.

Hejmarek welatiyên Îtalyayê di vê konserê de amade bûne û endamên koma orkestraya Kîevê jî peyama aştiyê belav dikin.

Organîzatorê konserê Kosertê Piero Romano ji medya îtalî re gotiye: "Piştîvaniya ji bo Ûkraynayê roj bi roj zêde dibe, me pere ji bo sazkirina du konseran kom kirine, yek li vê derê li Taranto û ya din jî li Matera ye."

Koma Kiev Symphony Orchestra sala 1993an li Kiev a paytexta Ûkraynayê hatiye damezirandin û hemû endamên wê ji Akademiya Tchaikovsky ya Mûzîkê li Kievê perwerde dîtine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin