Munîh | Mesrur Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Amerîka re civiya

Munîh | Mesrur Barzanî bi wezîrê enerjiyê yê Amerîka re civiya

PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî di çarçoveya Konferansa Ewlehiya Navdewletî ya Munîhê de, yekem hevdîtina xwe bi Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Dan Brouillette re pêk anî.

Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê îro dest pê kir û heta 16ê mehê berdewam dike.

Civîna Mesrûr Barzanî û Dan Brouillette yekem civîna li konferansê ye ku tê çaverêkirin Serokwezîr Barzanî bi wezîrê derve yê Amerîka Mike Pompeo re jî hevdîtinekê pêk bîne.

Beriya civînê, wezîrê enerjiya Amerîka ragihand ku dê di civîna ligel Mesrûr Barzanî de behsa mijarên balkêş bikin, yek ji wan mijaran, çîroka serkeftina we (qesta wî kurd e) ye.

Wî wezîrê Amerîkî her wiha got, nefta Herêma Kurdistanê ji ya Lîbyayê zêdetir e û em hêvîdar in pêwendiyên me bi we re berfirehtir bibin.

Mesrûr Barzanî jî got, em bi cenabê wezîr re her dem di pêwendiyê de ne. Emê îro jî bicivin da ku hemahengiya navbera xwe berfirehtir bikin.

Di civînê de, wezîrê hikûmetê Xalid Şivanî û cîgirê seroka parlementoya Kurdistanê Hêmin Hewramî jî beşdar bûn.

Biryar e Mesrur Barzanî di çarçoveya konferansa li Almanya birêve diçe de, hejmarek hevdîtinan ligel berpirsên welatên cîhanê encam bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin