PeyamaKurd - Wezîrê Enerjiyê yê Amerîkayê Chris Wright ragihand ku di 24 satên dawî de nêzîkî 72 keştî ji Tengava Hurmuzê derbas bûne û 20 milyon bermîl petrol hilgirtine.
Wright ev gotin di hevpeyvînekê de li Foruma Enerjiya Cîhanî ya Reutersê kir, li ser rewşa heyî ya Tengava Hurmuzê şîrove kir.
Wright di bersiva pirsek li ser hejmara keştiyên ku ji dema îmzekirina peymana di navbera Amerîka û Îranê de ji Hurmuzê derbas bûne de got, "Ez ê bibêjim nêzîkî 72 keştî û 20 milyon bermîl petrol di 24 saetên dawî de."
Wright diyar kir ku berî peymanê, rojane nêzîkî 7 milyon bermîl petrol ji Tengava Hurmuzê derbas dibû, lê îro ev mîqdar gihîştiye 20 milyon bermîlan.
Wright behsa barkirinên bi rêya boriyan kir û îdîa kir ku herikîna petrolê ji Kendava Farisî niha li gorî serdema berî şer di astek bilindtir de ye.
Wright bi îdiaya ku danîna mayînan ji aliyê Îranê ve li rêya keştiyan herikîna di Tengava Hurmuzê de hêdî kiriye, got ku ji bo ku rê bi tevahî vegerin rewşa normal, pêdivî ye ku Tengava Hurmuzê ji mayînan were paqijkirin. Wright diyar kir ku ev xebat dikare çend hefteyan bidome.
Wright herwiha got ku DYA dikare herikîna enerjiyê ji Kendavê misoger bike bêyî ku bi Îranê re peymanek çêbibe an na, û got, "Îran êdî wê nikaribe Tengava Hurmuzê bigire. Ev xalek krîtîk e; ew çîpa wan a danûstandinê ya herî girîng bû û em wê çîpê ji wan distînin."