PeyamaKurd – Fermandarê hêzên deryayê yê artêşa Tirkiyê Oramiral Ercüment Tatlıoğlu bi sedema damezrandina 133em salvegera Dibistanên Astsûbayên Deryayê, di merasimê de li ser pêşdeçûnên di Derya Reş axifî û got:
“Bila Derya Reş nekin weka Rojhilata Navîn. Li Derya Reş em ê tedbîran bistînin, li Derya Reş em NATO û Amerîkayê naxwazin. Armanca me ew e ku li pey Peymana Motroyê herin. Me di Derya reş de hemû ewlehiyê sitendiye. Em weke Tirkiyê li Derya Reş temamê asayîşê temîn dikin.”
Tatlıoğlu, ragihand ku li Derya Reş gelek mijarên aboriyê hene û 710 milyar m3 xaza xwezayî heye. Tatlıoğlu axaftina weha dewam kir:
“Di sala 2022an de şerê navbera Rûsya-Ûkraynayê li Derya Reş, di seha têkoşîna jeopolitik de dewreyekî nûh da destpêkirin. NATOya hun dizanin, li Derya Reş dixebite da tedbîrên nuh bistîne. Ji ber şerê Ukrayna-Rusyayê ji 400î zêdetir mayîn ketine Derya Reş. Ji wan 17 heb hatin peravên me. Me karibû 2 heban tesbît bikin. Me wan teqand. Gelek talûke ne. Em di Derya Reş de bi wan re têdikoşin.
Li Derya Reş keştiyên petrolê yên TPAO hene. Eger mayîn li wan bikevin, xebatkar û keştiyên me dê zerarê bibînin û wê xaza xwezayî ji destê me here. Ji ber van sedeman, em li Deryayê di nav têkoşîna de ne. Her çendîn peymana dexlê qediya be jî li deryayê asayîşa korîdora dexlê em dikin. Xebatên vekirina korîdora dexlê jî dewam dike.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin