Qays (Kays) Saîd car din bû serokkomarê Tûnisê

Qays (Kays) Saîd car din bû serokkomarê Tûnisê

PeyamaKurd – Serokkomarê Tûnisê Qays Saîd hilbijartina serokatiyê ya di 6ê Cotmehê de hat kirin bi %90,69 nisbetê dengan qezenc kir û car din bû serokkomarê Tûnisê. Muxalefetê hilbijartinê boykot kir.

Hilbijartina ku duhî çêbû, îro encamên wê yên ewilî hatin ragihandin. Serokê Heyeta Bilind yê Hilbijartinê Farûq Buasker di civîna çapemeniyê de encama hilbijartinê ragihand û got ku Qays Saîd %90,69ê dengan sitendiye.

Ji namzedên din, serokê tevgera gel Zuheyr el-Maxzawi 1,97 û karsaz Ayaşi Zamal %7,35ê dengan sitendine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin