PeyamaKurd – Serokwezîrê herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Yekşemê 16ê Sibatê di sêyemîn roja Konferansa Ewelehiyê ya Munîhê de, bi Şêwirmendê Ewlekariya Niştîmanî yê Brîtanya Mark Sedwill re civiya.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî piştî hevdîtinê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand: “Di civîna li gel şêwirmendê asayîşa niştimaniya Brîtanya Mark Sedwill de me behsa hevbeşiya hêza navbera şahnişîna yekgirtî û herêma Kurdistanê kir.”
Mesrur Barzanî got: “Em karê hevbeş û şerê dijî çekdarên DAIŞê berdewam dikin û hewldanên me bo aram kirina rewşa navçeyê berdewam dibe.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin