PeyamaKurd - Brîtanyayê ragihand ku 24 welatên ku di nav wan de Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), Almanya û Awustralya jî hene, roja Duşemê, li dijî heşt baregehên leşkerî yên Hûsiyan ên li Yemenê êrîşeke nû pêk anîne.
Di daxuyaniya hevpar a ku ji alî Ofîsa Serokwezîriya Brîtanyayê ve hate dayîn de wiha hat gotin: "Li hember êrîşên Hûsiyan ên neqanûnî û bêperwa yên li ser keştiyên ku di Deryaya Sor û rêyên avê yên derdorê re derbas dibin, hêzên DYA û Brîtanyayê, bi piştgiriya Awustralya, Behreyn, Kanada, Holanda û Zelanda Nû, li Yemenê, li dijî 8 baregehên leşkerî yên Hûsiyan çalakî pêk anîn."
Di daxuyaniyê de armanca van êrîşan wek; astengkirin û qelskirina şiyana Hûsiyan a êrîşkariya leşkerî hate nirxandin. Her wiha hate destnîşankirin ku ger Hûsî êrîşên xwe yên li ser bazirganiya cîhanê û deryavanên bêguneh ranewestîne, wê çalakiyên wan ên li dijî Hûsiyan jî bidomin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin