PDK: Parêzgarê Nînowayê bêyî me nayê destnîsankirin

PDK: Parêzgarê Nînowayê bêyî me nayê destnîsankirin

PeyamaKurd - Berpirsê Beşa Hilbijartinê ya liqê 23 yê PDKê li Mexmûrê Yehya Ebdulkerîm, ji bo hilbijartinên 18ê Kanûnê yên parêzgehan ragihand ku ew dê bi pêkhateyên Kurd û Ereb li Nînowayê kursiyên xwe zêde bikin. Yehya Ebdulkerîm got: “Ne merc e em parêzgarê Nînowayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê dayîn.”

Berpirsê PDKê ji K24ê re daye xuyakirin: “Li Mexmûrê du neteweyên sereke bi hev re dijîn: Kurd û Ereb. Ereb xwe weke gelê Kurdistanê dizanin, ji ber ku Mexmûr di sala 1966an de bi ser parêzgeha Neynewayê ve ket.”

Yehya Ebdulkerîm bibîr xist ku PDKê di şerê li dijî DAIŞê de, parastina van deveran kir, rûmeta PDKê li van deveran parastiye. PDK xizmetên baş pêşkêşî welatiyên van deveran kiriye û got, “Em hêvîdar in ku her du netewe jî dengê xwe bidin namzedên me. Namzedên me Kurd û Ereb jî hene û di nav wan jin jî hene.”

Berpirsê liqa 23 yê PDKê da zanîn: “Ne merc e em parêzgarê Nînowayê deynin, lê bêyî me parêzgar nayê destnîşankirin, anku PDK dê bihêz di hikûmeta xwecihî ya Nînowayê de hebe.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin