Li Iraqê 2 kes wek 'qurban' hatin kustin

Li Iraqê 2 kes wek 'qurban' hatin kustin

PeyamaKurd - Li parêzgeha Dîwaniyeyê ya Iraqê, tevgereke olî ya bi navê  El-Elahiyeyê, bi mebesta 'Qurbandana Xweda' du endamên xwe kuştin. Serokê tevgerê hate girtin.

Serokê tevgera El-Elahiyeyê ya li Zîqarê ku piştî vê bûyerê ji aliyê Gerînendehiya Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê ve hate girtin, li xwe mikur hat ku du kesan wek 'qurban' kuştine.

“Ew ji bo Xwedê kirine qurban”

Di daxuyaniya Gerînendehiya Ewlehiyê ya Dîwaniyeyê de hat gotin ku “Ew ji bo Xwedê kirine qurban û kesê ku hatine kuştin jî endamên heman tevgerê ne."

Tevgera El-Elahiyeyê, tevgereke Şîe ya Îslamîst e. Di 2020î de li Zîqarê hatiye damezirandin û paşê li Dîwaniye, Besra û Meysanê belav bûye.

Li Iraqê Sunne roja yekşemê û Şîe jî roja duşemê Cejna Qurbanê pîroz dikin.

Misilman ji bo Cejna Qurbanê ajalan serjê dikin, lê belê Tevgera El-Elahiyeyê dest bi serjêkirina morovan kir.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin