Polîsê ku bi otomobîlê pêl parêzerê Kurd kiribû hat girtin

Polîsê ku bi otomobîlê pêl parêzerê Kurd kiribû hat girtin

PeyamaKurd – Baroya Şirnexê ragihand ku ew polîsê bi otomobîla xwe li Parêzer Serkan Karakaş ê endamê baroya wan xistiye hatiye girtin.

Baroya Şirnexê bi daxuyaniyekê ragihand, ew kesê qesta kuştina Serokê Navenda Mafên Mirovan ê Baroya Şirnexê Prz. Serkan Karakaş kiriye, bi tawana ‘teşebusa kuştinê ya qestî’ ji aliyê Hakimtiya Sulh Cezayê ve hatiye girtin.

Komîserê polîs ê bi navê S.E bi otomobîla xwe doh 10ê Nîsanê li Parêzer Serkan Karakaş xistibû û ew birîndar kiribû û piştre di îfadeya xwe de gotibû, “Min dengên xerîb bihîstin û dema min otomobîl paşde ajot min lêxist.”

Hêjayî gotinê ye, parêzerê Kurd Serkan Karakaş bixwe parêzerê malbata Abdulfar Dayan jî bû ku ew jî bi lêdana wesayîta zirxî ya polîsan hatibû kuştin.

Parêzer Karakaş hîn jî ji ber birînên xwe tedawî dibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin