Cameron hêrisa Îranê nirxand: Cotskestin

Cameron hêrisa Îranê nirxand: Cotskestin

PeyamaKurd - Wezîrê Derve yê Îngilîstanê David Cameron di daxuyaniya xwe ya ji bo BBCyê de bang li Îsraîlê kir ku "ne bi dilî, bi hişmendî birame."

Cameron di daxuyaniya çapemeniyê ya li paytext Londonê de pirsên rojnamevanan ên di derbarê hêrîşa frokeyên bêmirov û mûşekan a Îranê bersivand.

David Cameron hêrişa rejîma Îranê wek "cotşikestin" bi nav kir û got:

"Ev hêriş hem di warê ziyana li Îsraîlê de ji bo Îranê ne serkeftin e û hem jî di warê bandora xerab a Îranê de sûdê li Îranê nekiriye.

Cameron li ser pirsa "Gelo Brîtanya têr zextê li Îsraîlê dike da ku sivîlên li Xezayê biparêze?" wiha bersiv da:

"Hewlên Brîtanyayê yên di derbarê rawestandina şer û gihandina alîkariyên mirovî yên ji bo Xezzeyê her hene."

Ji aliyê din ve tê payîn ku Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak li Civata Avamê di derbarê hêrişa Îranê ya li dijî Îsraîlê de daxuyaniyekê bide.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin