PeyamaKurd – Tevî ku 21 sal bi ser rûxandina rejîma Baas re derbas bûne, lê şopa tawanên wê li ser gelê Kurdistanê heye. Rejîma Baas gelek tawan li dijî gelê Kurd kirin, weke Enfal, kîmyabaran, wêrankirina gundan. Tevî ku Dadgeha Bilind û Parlamentoya Iraqê sûcên rejîma hilweşiyayî yên piştî sala 2003an weke jenosîd qebûl kirin jî, lê heta niha qerebûkirina qurbaniyan nehatiye dayîn.
Ji tawanên rejîma Beis li dijî gelê Kurdistanê, tawana Enfalê ye ku ji 22’ê Reşemî 1988an heta 6ê Kanûna 1988an ji 8 qonaxan pêk dihat û di encamê de zêdetirî 182 hezar jin, zarok û ciwan hatin kuştin, kesên extiyar û astengdar hatin definkirin.
Di 16’ê Adara 1988’an de rejîma Baas li Helebceyê êrîşeke kîmyayî pêk anî û di encamê de zêdetirî 5 hezar Kurd şehîd bûn.
Di vê heyamê de rejîma Baas bi hezaran gund, mizgeft, dibistan û bi dehan dêr li Kurdistanê wêran kirin, zeviyên cotyaran şewitandin, jêrxane û avahî wêran kirin. Piştî rûxana rejîma Beis, ti hikûmetên Iraqê tazmînat nedan gelê Kurdistanê.
Beriya 49 salan rejîma Beis ji bo pêkanîna siyaseta erebkirinê li hinek navçeyên Kurdistanî yên Kerkûk û parêzgeha Nînowa, biryarên jimare 795 û 358 yên Encûmena Serkirdayetiya Şoreşê di sala 1978ê de derxist û bi sed hezaran malbatên Kurd bi darê zorê koçber kirin û li şûna wan welatiyên Ereb bi cih kirin.
Piştî azadkirina Iraqê, hikûmetên li pey hev ên Iraqê pabendî çareseriya destûrî nebûn û siyaseta erebkirina navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê berdewam kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin