Hejmara miriyên ahenga Cejna Pîrebokan 150 kesan derbas kir

Hejmara miriyên ahenga Cejna Pîrebokan 150 kesan derbas kir

PeyamaKurd - Li paytexta Koreya Başûr, Seûlê doh 19ê Cotmehê dema ahenga Cejna  Pîrebokan (Halloween) îzdiham derket û bi dehan kesan can dan û birîndar bûn.

Li gorî amarên dawî yên medyaya Koreya Başûr, heta niha 151 kesan di encama îzdihamê de can daye û bi sedan kes jî birîndar bûne.

Hat zanîn ku di merasîma Halloween de zêdetirî 100 hezar kesan beşdarî kiriye û dema îzdiham çêbûye zêdetirî 800 tîmên tenduristiyê bi hawara qurbaniyan de çûne.

Li gorî zanyariyan kesên can dane, piraniya wan ji ber îzdihamê krîza dil derbas kirine.

Serokê Koreya Başûr Yoon Seok-Yeol bang li nexweşxaneyan kiriye ku ji bo wergirtina birîndaran, di rewşa amadebaşiyê de bin.

Hêjayî gotinê ye, Cejna Pîrebokan ango Halloween her sal li gelek welatan di şeva 31ê Cotmehê de bi girseyî tê pîrozkirin ku koka Halloween vedigere nêzî hezar salan û berê wekî ayîneke olî dihat pîrozkirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin