PeyamaKurd – Li ser rêya Hezo (Kozluk) ya Batmanê di qeza trafîkê de otomobîlekî û kamyonet li hev ketin, di encamê de kesekî can da û 2 kes giran birîndar bûn.
Li ser bûyerê tîmên tenduristiyê, polîs û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê. Tîmên îtfaiyê 3 kesên ku di otomobîlê de asê mabûn ji otomobîlê derxistin.
Birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Batmanê ya perwerdê û lêkolînê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin