Îsraîl hevkarên Sûriyê yên Îranî li Sûriyê disopîne

Îsraîl hevkarên Sûriyê yên Îranî li Sûriyê disopîne

PeyamaKurd – Artêşa Îsraîlê ragihand ku hêzekî an ku rêxistinekî dewamiya Îranê li Sûriyê li hemberê Îsraîlê xebatê dike û Îsraîl wê hêzê an rêxistinê ji nêz de dişopîne û hem Îsraîl ji êrîşên ji Sûriyê ji bo ser Îsraîlê rejîma Sûriyê berpirs digre. Artêşa Îsraîlê di daxwuyaniya xwe ya nivîskî de weha weha got:

“Hêzekî (rêxistinekî) ku berdewamiya Îranê ye, xebatên ku li Sûriyê dike, em ji nêz de dişopînin. Navê wê rêxistina terorê her çi dibe bila bibe temamê berpirsiyariyên êrîşên terorê yên ser Îsraîlê aîdê rejîma Sûriyê ye. Her êrîşa were ser Îsraîlê dê Îsraîl bersiva wê bi tundî bide.”

Artêşa Îsraîlê vê sibê li bajarê Eilatê yê li başûrê Sûriyê li rêxistinekî xist û daxwuyaniya wê da. Îsraîlê got ku êrîşa îro ya ser rêxistinekî Sûriyê, bersiva 8ê Cotmehê ye ku bi dronan li Îsraîlê dabûn.

Îsraîlê, ji êrîşa Eilatê bi temamî Sûriyê berpirs girtibû lê navê rêxistinê bilêv nekiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin