Li Rojhilat 2 kolberan jiyana xwe ji dest da

Li Rojhilat 2 kolberan jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd - Li Rojhilatê Kurdistanê kolberek di êrişa hêzên çekdar ên Îranê de û kolberekî din jî ji zinarekî ket û jiyana xwe ji dest da. 2 kolber jî birîndar bûn.

Li gor zanyariyên berdest, hêzên çekdar yên Iranê îro di demjimêrên sibehê de li Sînorê Bilesûra Xwarû li bajarê Xoy yê ser bi parêzgeha Urmiyê ve, teqe li hejmareke kolberan kirin û di encama wê êrişa hêzên Îranê de kolberekî bi navê Liqman Çargoşe jiyana xwe ji dest da û 2 kolberên din ên bi navên Mensûr Çargoşe û Meysem Mihemedî birîndar bûn.

Her wiha kolberekî din ê xelkê bajarê Bane di dema kolberiyê de ji cihekî bilind ket û canê xwe ji dest da. Ew kolberê bi navê Keywan Kewserî, bavê 2 zarokan bûye.

Li gor daneyên Rêxistina Mafên Mirovan li Rojhilatê Kurdistanê, di nava salekê de nêzikî 50 kolber û kasîbkarên Kurd li sînorên Kurdistanê hatine kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûne. Li gor zanyariyan ji sedî 70ê wan kolberan bi teqeyên rasterast ên hêzên çekdarî yên Îranê bûne qurbanî.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin