Li Efrînê 7 serbazên Tirk bi koronayê ketine: Efrînî nîgeran in

Li Efrînê 7 serbazên Tirk bi koronayê ketine: Efrînî nîgeran in

PeyamaKurd - Piştî ku li Efrînê 7 serbazên Tirk bi vîrusa korona ketin, metirsiyeke mezin di nava xelkê Efrînê de belav bûye.

Rewangeha Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku, piştî testên 7 serbazên Tirk li binkeya serbazî ya Tirkî li Efrînê pozîtîf derketin ew binke bi tevahî hat karantînakirin.

SOHRê herwiha diyar kir ku, piştî derket holê ku serbazên Tirki bi koronayê ketine, metirsiyeke mezin li cem xelkê Efrînê çêbû, ku ew vîrus li herêmê belav bibe.

Berê jî ku hin rêkarên xweparastina ji korona ji aliyê Encûmena Xwecihî ya Efrînê ve hatibû ragihandin, lê bi belavbûna nûçeya pêketina 7 serbazên Tirk bi koronayê, piraniya riyên Efrînê hatin girtin û tevgera çûn û hatin hat sînordarkirin.

Efrîn ku zêdetir ji 2 salan e ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar ve dagîrkirî ye, heta niha hemû kartên xizmetguzariyê li bajêr di rewşeke xirab de ne, ji nava wan jî karta tenduristiyê. Ji ber wê jî welatiyên Efrînê di wê metirsiyê de ne, heger vîrusa koronayê li herêma wan belav bibe, dê karesateke mirovî rû bibe.

Rewangehê roja 13ê meha Nîsana bûrî belav kiribû, endamekî Polîsa Serbazî ya Tirkî li Girê Sipî jî bi vîrusa korona ketibû û ew û hemû hevkarên wî hatibûn karantînakirin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin