Yilmaz: Em ê ekonomiya xwe derxin ser 1.3 trilyon dolarî

Yilmaz: Em ê ekonomiya xwe derxin ser 1.3 trilyon dolarî

PeyamaKurd – Cîgirê serokkomarê Tirkiyê Cevdet Yılmaz di hefta pîrozbahiya Ahîtiyê de seredana bajarê Kırşehirê kir. Yılmaz di axaftina xwe de li ser hinek mijaran axifî û got:

“Di wexta AKP ê de, ne li ser kaxezan hem li ser masê û hem di seha pratîkê de, me serxwebûna Tirkiyê nîşanî herkesî da. Me herî dawiyê îmtîhana xwe di meha Gulanê de da. Hilbijartin dayîna hesabaye û terefê demokrasiyê yê herî baş ew e. Hemwelatî li ser sindoqan hesab dipirsin. Hemwelatî 5 sal erkê dane me. Ez sipasiya wan dikim.

Eger îstîqrar û bawerî tine be tiştekî baş nabe.Îstîqrara aboriyê li ser ya siyasiye. Di dinyayê de bobelat heye. Pêdivî bi mirovên xwurt yên serpereştiyê heye. Em ê bi van şertan ekonomiya xwe derxin ser 1.3 trilyon dolarî”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin