Di êrîsa ser Mexmûrê de 8 kesan can daye û 17 kes jî birîndar bûne

Di êrîsa ser Mexmûrê de 8 kesan can daye û 17 kes jî birîndar bûne

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku di encama êrîşa balafirên Tirk a şeva borî bi ser Kampa Mexmûrê û baregeha Rustem Cûdî ya bi ser PKKê ve ye de, 8 kesan can daye û 17 jî birîndar bûne.

Li gorî ragihandina çavkaniyên Tenduristiya Mexmûrê, 8 kesan di bombebarana Tirkiyê de jiyana xwe ji dest daye û 17 kes jî birîndar bûne ku birîndar li Nexweşxaneya Geyare ya li parêzgeha Neynewayê têne dermankirin.

Herwiha Berpirsê navçeya PDKê li Mexmûrê Tahîr Ebdullah jî ragihandiye ku di encama bombebarana Tirkiyê ya ser Mexmûrê de qurbanî hene û di nava qurbaniyên bombebarana li ser Mexmûrê de hem kesên sivîl û hem jî çekdarên PKKê hene.

Fermandariya Hêzên Parastina Cewherî (HPC) ya bi ser PKKê ve jî ragihandiye ku du endamên wan di êrîşê de can dane û hejmarek kesên sivîl jî birîndar bûne.

Balafirên şer ên Tirkiyê şevê din bi hinceta hebûna PKKê, li demjimêr dorûbera 22:00 hevdem êrîş birin ser Şingal, Mexmûr û Dêrika Rojavayê Kurdistanê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin