PeyamaKurd - Wezareta Ewqaf û Karûbarên Ayînî ya Kurdistanê ragihand, îsal 4 hezar û 500 welatiyên Herêma Kurdistanê diçin hecê.
Berdevkê Wezareta Ewqaf û Karûbarîn Ayînî, Nebez Îsmaîl got, sibê bi amadebûna rayedarên wezaretê û dadwer û aliyên pêwendîdar, navên wan kesên ku îsal diçin hecê, eşkere dibe.
Nebez Îsmaîl her wiha got, 72 hezar û 202 kesan daxwaz kirine navê wan bo heca îsal were pesendkirin, "Em ê jî bi sîstema tîrûpişkê, ji nav wan kesan 4 hezar û 500 kesan destnîşan bikin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin