PeyamaKurd - Artêşa Îsraîlê ragihand, piştî ku ji Sûriyeyê bi roketan êriş hat kirin, wan jî bi topan bersiv da.
Li gorî daxuyaniya artêşa Îsraîlê, serê sibehê ji Sûriyeyê roket avêtin aliyê Îsraîlê.
Artêşa Îsraîlê diyar kir ku bersiva êrişê hat dayîn û wan bi topan êrişî cihê ku roket jê hat avêtin, kir.
Ji aliyê din ve hat gotin ku ji Libnanê mûşeka dijîtank hat avêtin û mûşek li zeviyekê ketine.
Li gorî daxuyaniyê di êrişê de tiştek bi kesî nehat, ji bo bersivdanê wan jî hin cihên aliyê Libnanê dane ber topan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin