Parlementerê Koreyê: Baweriya min % 99 Kim miriye

Parlementerê Koreyê: Baweriya min % 99 Kim miriye

PeyamaKurd- Parlementerê Kore ya Başûr Ji Seong-Ho ku di sala 2006an de, ji Kore ya Bakûr reviyabû çûbû Kore ya Başûr û hilbijartina 15 ê nîsanê de bû parlementer, ragihand ku ew %99 bawere ku serokê Kore ya Bakûr Kim Jong-un miriye.

Ji, bo ajansa Yonhapê axifî û got ku Kim di dawiya heftê de miriye û di vê mijarê de jê re agahî hatine. Ji, got ku Kore ya Bakûr bi mijara xelefekî re rû bi rû ye û dibe ku rêvebiriya Pyongyangê di dawiya hefteyê de mirina Kim aşkera bike.

Ji, dibêje ku bi îhtîmaleka mezin wê xuşka Kim ya mezin bibe seroka nû yê dewletê. Ji negot bê agahiya xwe ji ku derê sitendiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin