PeyamaKurd – Serokkomarê Cezayîrê Abdulmecid Tebbun û serokê Îranê İbrahim Reisi ji bo hevkariya navbera her dû welatan li hev kirin. Her dû lîder di axaftina di rêya telefonê de gotin ku dê hevkariya xwe pêş bixin û ji bo wê jî lezê bidin civîna komîta hevpar ya navbera her dû dewletan.
Her dû lîder Tebbun û Reisi di destpêkê de ji bo cejna hev pîroz bikin li hev geriyabûn. Tebbun ji bo xelkê Îranê pîrozbahiya xwe di rêya Reisi de ragihand. Reisi jî bi sedema 61em serxwebûna Cezayîrê, xelkê Cezayîrê pîroz kir û bi sedema Cezayîr bûye endamê komîta ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî yê ne daîmî, Cezayîrê pîroz kir.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin