Enqere: Em êrisî Kurdan nakin!

Enqere: Em êrisî Kurdan nakin!

PeyamaKurd- Piştî ku Serokê Amerîkayê Trump ji bo ku Tirkiyê êrişî Rojavayê bike rizamendî nîşan da, Wezareta Berevaniya (MSB) Tirkiyê û Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Kalin daxuyaniyek dan.

MSB: AMADEKARIYÊN ME TEMAM BÛN, EM LI BENDA FERMANÊ NE

Wezareta Berevaniya Tirkiyê (MSB) li ser hesabê xwe yê Twitterê ragihand ku, hemû amadekariyên operasyona li dijî Rojava qediyane û ew ji bo êrişê amade ne.

BERDEVKÊ ERDOGAN: EM ÊRIŞÎ KURDAN NAKIN

Berdevkê Serokomarê Tirkiyê Ibrahîm Kalin jî ji CNN a Amerîkî re axivî. Kalin amaje kir ku armanceke wan a guhertina demografiye tine, “Em êrişî Kurdan nakin, em bi rêxistinên terorê têdikoşin. Tirkiye piştgiriya yêkrêziya siyasî û xakî ya Sûriyê dikin.”

Kalin got armanca operasyonê ewlehiya sînorî, avakirina herêmeke ewle ya da ku koçber vegerin ser xaka xwe: “Em destûrê nadin DAIŞî bên Tirkiyê yan jî biçin Ewropayê. Ne tenê Tirkiyê hemû rayagiştî ya Ewropayê ji vê yekê berpirsyar e.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin