PeyamaKurd- Ji aliyê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Ned Price ve daxuyaniyek hat dayîn û bi rêya daxuyaniyê hişyariya duyemîn ji bo asayîkirina pêwendiyên Şam û Enqereyê hat kirin.
Ned Price, di civîna çapemeniyê ya rojane de li ser nêzîkbûna Enqere û Şamê de daxuyanî da û got, “Me tiştekî ku vê rejîma li Şamê ji bo heqkirina başkirina têkiliyên xwe bi hevkarên me û welatên din re kiribe, nedîtine.”
Di civîna çapemeniyê de li ser daxuyaniya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan duh gotibû ew dikare bi Serokê Dewleta Suriyeyê Beşar Esad re bicive, pirs hat pirsîn.
Di pirsa hat pirsîn de hat gotin ku “Di daxuyaniya hatiye dayîn de di navbera rayedarên Moskow, Suriye û Tirkiyeyê de hevdîtin hatiye asteke berz û ber bi dawî hatiye. Gelo di hegera hevdîtina rasterast a ligel Esad de pozîsyoneke we heye yan na? Price ev bersiv da:
“Me ew nûçeyên dualî yan jî hevdîtinên ku Rusya jî beşdar bibe û bi awayê sêalî bên kirin, dîtin. Siyaseta me neguheriye. Em ê di têkiliyên xwe de asayî nebin û em piştgiriyê nadin welatên din ên ku têkiliyên xwe bi rejîma Esed re asayî dikin. Me tiştekî ku vê rejîma li Şamê ji bo heqkirina başkirina têkiliyên xwe bi hevkarên me û welatên din re kiribe, nedîtine.”
Berdevk Price got: "Di demekê de ku gelê Suriyeyê ji ber şerê 12 salan berdewam e, piştgiriya me ji bo çareseriya siyasî ya bi pêşengiya Suriyeyê li gorî biryara 2254 a Encûmena Asayişa Navdewletî berdewam e."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin