Baregeha Barzanî, nûçeyên nerast pûç derxistin

Baregeha Barzanî, nûçeyên nerast pûç derxistin

PeyamaKurd-Baregeha Barzanî, li ser hinek beşên medyaya Iraqî û Kurdistanî daxuyaniyek da û nûçeyên ne rast ên di derbarê sarbûna têkiliyên Serok Barzanî û Muqteda Sadr de pûç derxistin.

Di daxuyaniya Baregeha Barzanî de hat gotin ku “Beşeke ji medyaya Iraqî û Kurdistanî, nûçeyeke nerast belav kirine ku qaşo Muqteda Sadr bersiva telefona Serok Mesûd Barzanî nade. Ev nûçe û agahî ne rast in lewra navbera Serok Barzanî û Muqteda Sadr gelek baş e. Yên ku nûçeyên bêbingeh parve dikin, armanca wan veşartina şikestin û paşveketina xwe ya ji piroseya siyasî ye.”

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku heger di demên dawîn de liv û tevgera siyasî kêm be jî ev ji ber meha Remezanê ya pîroz e.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin