Dîplomatê Brîtanî jiyana xwe ji dest da

Dîplomatê Brîtanî jiyana xwe ji dest da

PeyamaKurd- Dîplomatê Brîtanî yê ku li Macaristanê dixebitî û cîgirê sefîrê Brîtanya bû, bi sedema koronavîrusê di 37 saliya xwe de jiyana xwe ji dest da. Ragihandin ji aliyê çapemeniya Macaristanê de hat kirin. Sefîrê Brîtanyayê yê li Macaristanê yê Bûdapeşteyê Lain Lindsay di ser hesabê malpera index.hu de, bûyerê weha ragihand:

“Mirina Steven me xemgîn û şoke kir. Bo malbat û hevalên wî em taziyên xwe radigihînin. Steven bo me hemûyan hevalê xebatê yê baş û dostekî baş bû.”

Li Macaristanê heya niha ji ber koronavîrusê 10 kes jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin