HRW: Rûsya û Sûriye çekên qedexekirî bikar tînin

HRW: Rûsya û Sûriye çekên qedexekirî bikar tînin

PeyamaKurd - Rêxistina Human Rights Watch (HRW) ragihand ku Rûsya û artêşa Sûriyê çekên qedexekirî li dijî sivîlan li bakurê rojavayê Sûriyê bikar tînin.

HRW di raportekê de belav kir, ji roja 26ê Nîsana borî ve artêşa Sûriyê û Rûsyayê dest bi êrîşên li ser Hema û Idlibê kirine ku ew navçe di destê opozîsyona Sûriyê de ne û nêzîkî 200 welatiyên sivîl hatine kuştin, di nava wan de 20 zarok jî hene.

HRWê got, hevpeymaniya Rûsya û Sûriyê di êrîşên ser Idlibê de çekên qedexekirî bikar aniye û deverên sivîlan bi bermîlên teqîner bombebaran kirine.

Berpirsa Beşa Rojhilata Navîn a HRW Lema Feqîh jî Rûsya tometbar kir û got: “Rûsya ji bo xwe û hevpeymana xwe Sûriyê biparêze, pêgeha xwe di Encûmena Asayişa Navdewletî de bi awayekî xirab bikar tîne.”

Di encama êrîşên artêşa Sûriyê yên bi alîkariya balafirên Rûsyayê de ku ji dawiya meha nîsanê ve li gundewarên Hema û Idlibê berdewam dikin, bi sedan kes hatine kuştin û zêdetirî 300 hezar kes koçber bûne.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin