Asayîs û Antîterora Kurdistanê bi operasyonekê bazirganê Rûsî yê hatibû revandin rizgar kirin

Asayîs û Antîterora Kurdistanê bi operasyonekê bazirganê Rûsî yê hatibû revandin rizgar kirin

PeyamaKurd - Asayişa Hewlêrê û Dijeterora Kurdistanê li Hewlêr operasyoneke girîng pêk anîn û bazirganekî Rûsî hatibû revandin, rizgar kirin. Di operasyonê de endamên wê koma ku bazirganî rûsî revandibû hatin desteser kirin.

Hat zanîn ku bazirganekî Rûsî yê ji bo karê baziganiyê bi çend kesan re ji Bexdayê serdana Hewlêrê kiribû û li Hewlêrê ji aliyê komekê ve hatibû revandin.

Berdevkê Asayişa Hewlêrê Sebah Xidir ragihand, li ser daxwaza hikûmeta Rûsyayê, Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê hêzeke hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê erkdar kir, ji bo wî bazirganê Rûsî rizgar bikin û endamên wê komê jî desteser bikin.

Hat diyarkirin ku piştî çend rojan ji revandina wî bazirganê Rûsî, endamên wê komê pêwendî bi malbata wî re kirin û li hember berdana wî daxwaza 200 hezar Dolar kirin.

Malbat wî bazirganê Rûsî hikûmeta welatê xwe bi revandinê agahdar kir, hikûmeta Rûsyayê jî bi rêya Konsulê welatê xwe li Hewlêrê Wezareta Navxwe ya Herêma Kurdistanê agahdar kir û daxwaza alîkariyê kir. Li hember vê jî Wezareta Navxwe, hêzeke hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê erkdar kir, ji bo çarenivîsa wî bazirganî diyar bikin û endamên wê komê jî desteser bikin.

Berdevkê Asayişa Hewlêrê li ser operasyona rizgarkirina bazirganê Rûsî ji K24ê re ragihandiye, piştî 48 demjimêran ji pêwendiya Konsulê Rûsî, hêza hevbeş a Asayişa Hewlêrê û Dijeterorê karîne wî bazirganê Rûsî rizgar bikin û tevahiya endamên wê komê jî desteser bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin