Pîsporê Rûs yê teknolojiyê: Televîzyonên nû yê zîrek dikarin çavdêriya xelkê li malê wan bikin

Pîsporê Rûs yê teknolojiyê: Televîzyonên nû yê zîrek dikarin çavdêriya xelkê li malê wan bikin

PeyamaKurd - Pîsporê Rûsî ya zanista teknelojiyê Ersînî Çîlsîn eşkere kir, amarên televizyonên zîrek ên nû dikarin çavdêriya xelkê li malen wan bikin û hemû çalakiyên wan bi deng û wêne tomar bikin.

Di hevpeyvîneke taybet de Çîlsîn bal kişandiye ser wê yeke ku ew amarên nû, ku kamêraya wan heye dikarin hemû demên malê bi deng û wêne tomar bikin, ew jî bi rêya dakişandina hinek app ên li ser amarê pêk tê ku girîngtirînê wan ew in ku yarmetiyê didin ser hilkirin û ragirtina televizyonê bi rêya deng û wêne ve.

Ew pîsporê Rûsî tekez kiriye ku hemû televizyonên zîrek ên nû dikarin hemû dengan tomar bikin û eger televizyon girtî jî be, her dem ew tomarkirin berdewam dike.

Herwiha got: ‘‘Televizyon dikare dosyeya dengan ji bo kompanyayê ku wê televizyonê berhem aniye veguheze, li wir kodan vekin û gelek bi hêsanî hemû tomarkiriyan bi dest bixin.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin