Li Bedlîsê 47 koçber hatin girtin

Li Bedlîsê 47 koçber hatin girtin

PeyamaKurd – Li parêzgeha Bedlîsê ya Bakurê Kurdistanê, di hundurê qamyonetekê de 47 koçber ji aliyê hêzên ewlehiyê yên Tirkiyê ve hatin desteserkirin.

Li gor Parêzgariya Bedlîsê diyar kir, li navçeya Adilcewaz a Bedlîsê, di hundirê kamyonetekê de 47 koçber û organîzatorê wan ê bi navê H.A. ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatine desteserkirin.

Herwiha daxuyaniya Parêzgariya Bedlîsê destnîşan dike, organîzator piştî bidawîbûna karûbarên yasayî li asayîşa bajêr û dadgehkirinê hat girtin û ew şandin Zindana Girtî ya Cûre Eyê ya Bedlîsê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin