Îsraîlê, li ser wê êrîsê Îran tometbar kir

Îsraîlê, li ser wê êrîsê Îran tometbar kir

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê Wezareta Karên Derve ya Îsraîlê ve hatin ragihandin, Îsraîlê Îran tometbar kir ku li pişt hewildana êrîşa ser Balyozxaneya Îsraîlê ya li Bakuyê ye.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Elî Cohen, Îran bi wê yekê tohmetbar kir ku li pişt hewildana êrîşa li ser Balyozxaneya Îsraîlê ya li Bakuyê ye.

Cohen di serdana xwe ya Sirbîstanê de got: "Terorîzma Îranê metirsiyeke cîhanî ye, wekî ku me di hewila êrîşa vê dawiyê ya li ser Balyozxaneya Îsraîlê ya li Bakuyê li Azerbaycanê û hewilên vê dawiyê yên êrîşa li ser Îsraîl û cihûyan li Qibris û Yunanîstanê dît."

Elî Cohen bal kişand ku Îranê şaneya terorîst a ku hewila êrîşê dabû fînanse kir.

Piştî hewildana êrîşê, hêzên ewlekarî yên Azerbaycanê efxanek bi tohmeta plankirina êrîşê desteser kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin