Cenazeyê sehîd Îskender Gerdî bi merasîmeke leskerî bo axê hat spartin

Cenazeyê sehîd Îskender Gerdî bi merasîmeke leskerî bo axê hat spartin

PeyamaKurd - Îro cenazeyê şehîd fermandarê Lîwaya 3yemîn a Komando ya Fermandariya Pêşmerge Emîd Îskender Gerdî ji welatê Urdinê bi balafirê vegeriya Herêma Kurdistanê û bi merasîmeke hat pêşwazîkirin.

Roja 9ê Gulanê Emîd Îskender Gerdî di dema rahênana li Fêrgeheke taybet a hêza Pêşmerge de birîndar bûbû û piştî wergirtina çareseriyên seretayî li naxweşxaneya Lezgîn a Hewlêrê, bo welatê Urdinê hatibû veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî, duhî 12ê Gulanê şehîd bûbû.

Bi gotina hevsenger û kesên nêzîkî Emîd Îskender Gerdî, ew yek ji fermandarên wêrek û qehreman bû û di rola wî ya berbiçav di têkoşîna dijterorê û parastina xaka Kurdistanê de hebû.

Pismamê şehîd, Ednan Gerdî ji medya Kurdsitanê ragihand, piştî merasîma leşkerî ya li balefirgeha Navdewletî ya Hewlêrê, cenazeyê şehîd Emîd Îskender Gerdî li gundê Girê Arebê yê li derdora Hewlêrê dê bi xakê bê spartin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin