PeyamaKurd - Fermandarê Fewc li Fermandariya Lîwaya 3 ya Komandoyên Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Amîd Îskender Gerdî ku 9ê Gulanê dema rahênan û perwerdeya leşkerî di encama teqîna hewanekê de birîndar bûbû, şehîd ket.
Pismamê Amîd Îskender Gerdî, Ednan Gerdî ji medya Kurdistanê re ragihand ku îro 12ê Gulanê Fermandarê Pêşmergeyan Amîd Gerdî ji ber xedariya birîna xwe li nexweşxaneyeke Urdinê şehîd bûye.
Hat diyarkirin ku dê cenazeyê Gerdî ji Urdinê bo Kurdistanê bê şandin û bi merasîmeke taybet bo axa bê spartin.
Fermandarê Fewc li Fermandariya Lîwaya 3 ya Komandoyên Hêzên Pêşmergeyên Zêrevanî Amîd Îskender Gerdî di şerê DAIŞê de xwedî roleke berçav bû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin