PeyamaKurd – Li gor ragihandina wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê; Civata Navdewletî ya Aştiyê û Parastina Mafên Mirovan, fermandarê Pêşmerge Emîd Salih Mewlûd Gerdî bo sala 2021 ê ‘qasidê aştiyê’ ragihand.
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê di ser hesabê xwe yê medya civakî facebookê de mijarê weha ragihand:
“Emîd Salih Mewlûd Gerdî fermandarekî ku di navbera serokatiya Herêma Kurdistanê, serokatiya Encumena Wezîran û wezareta Pêişmerge de karê dayîn û sitendinê an ku têkiliyan saz dike. Rejîma Baasê malbata wî xistibû zîndanê. Di sala 1962 an de li Hewlêrê di zîndana Qişleyê de hatiye dinyayê. Salên dirêje bo xelkê pêşmergatiyê dike.
Emîd Salih di sala 2020 an de tevlî Kongreya Aştiyê ya Navdewletî bû. Salih di kongreyê de li ser irq û olê mijara komkujiyê pêşkêşî kongreyê kir. Pêşmerge Salih bo sala 2021 ê di asta dinyayê de ‘qasidê aştiyê’ hat îlankirin. Ev bo Pêşmergê Kurdistanê û Pêşmerge Salih destkeftinekî manewiye.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin