PeyamaKurd – Serokê Ukraynayê Vladimir Zelensky do Înê ragihandibû ku yekîneyên leşkerî yên nû ava dibin û li bendê ne ku Kîev li dijî hêzên Rûsyayê yên ku li hin deveran dagîr kirine, êrîşeke dijber pêk bîne.
Zelensky do di peyama xwe ya vîdyoyî ya rojane de got, "Em ji niha ve tabûr û yekîneyên nû ji bo bicihkirina li eniyê amade dikin."
Rêberê Ukraynayê da zanîn: "Divê her kes li Ukraynayê fêhm bike ku erka sereke ya dewletê bidawîkirina dagîrkirina erdên me ye, vegerandina ax û welatiyên me û azadkirina wan ji esareta Rûsyayê ye."
Ji aliyeke din ve Serokê Ukraynayê spasiya hevkarên xwe yên rojavayî jî kir ji bo piştevaniya wan.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin