PeyamaKurd- Li dora 25 an 30 saliye dewleta Yûnansitanê û Makedonyayê li ser navê dewletê lihev nakin. Milletên her dû dewletan jî Makedonîne. Niha di navbera xwe de payman îmzekirin û mijara navbera xwe çareserkirin.
Li gor peymanê wê navê Komara Makedonyayê bibe “Komara Makedonya ya Bakûr” û bê guhertin.
Peyman, bi tevlibûna wezîrê karên derve yên Yûnanistan û Makedonyayê hat îmzekirin. Her du wezîr Nikos Kocias û Nikola Dimitrov li ser sînorê dewletên xwe, li ser Gola Prespayê li gundê Psaradesê hatin cem hev û peymanê îmzekirin.
Peyman di bin çavdêriya Neteweyên Hevgirtî de hat îmzekirin û wê ji niha û pê de Yûnanistan bihêle ku Makedonya bibe endamê NATO yê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin