PeyamaKurd- Li gorî agahiyên lezgîn, li herêma Kamçatkayê ya Rusyayê, bi lerza 6,9an erdhejek çêbû. Hat ragihandin ku piştî vê hejîna dijwar, li nîvgirava Kamçatkayê metirsiyeke mezin peyda bû.
Hat diyarkirin ku li herêma Kamçatkayê ya li peravên Pasîfîkê yên Rusyayê, bi lerza 6,9an erdhejek çêbû. Di daxuyaniya ku ji aliyê Beşa Jeofîzîkê ya Akademiya Zanistî ya Rusyayê ve hat dayîn de erdheja ku di saet 06:06an de çêbû, wekî 99.5 hat diyarkirin. Navenda Erdhejê ya Ewropa-Spî (EMSC) mezinahiya erdhejê 6,6 eşkere kir.
Li gorî ragihandinê, piştî hejandina dijwar, li nîvgirava Kamçatkayê metirsiyeke mezin çêbû û xelkê herêmê bi erdhejê re xwe havêtin kolanan.
Di lêkolînên destpêkê yên ku ji aliyê tîmên Wezareta Rewşa Awarte ya Rusyayê ve hatin kirin de hat tespîtkirin ku tu avahî hilweşiyane lê di gelek avahiyan de şikestinên kûr çêbûne.
Hat ragihandin ku piştî erdheja dijwar, erdhejên bi lerza 4,6, 4,0, 3,7, 3,6 û 4,1 jî hatine tomarkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin