PeyamaKurd - Li Sûriyê, li rojhilatê çemê Firatê li dijî YPG û HSDê hêzeke nû hat avakirin. Ew dibêjin, “em ê li dijî zilma YPGê şer bikin!”
Çavkaniyên nêzîkî opozîsyona Sûriyê dane zanîn, çend roj berê li herêma rojhilatê Firatê, ku di destê şervanên YPG û HSDê de ye, hêzek nû bi navê “Hereketa Ehrar El Şeib” (Bizava Azadiya Gel) hat avakirin.
Çekdar û endamên wê hêza nû, ku hemû ereb in, dibêjin, YPG û HSDê zilmê li wan dike ji ber wê jî ew neçar mane hêzeke wiha ava bikin.
Çavdêrên serbazî û siyasî dibêjin, destê Tirkiyê di avakirina wê hêzê de heye ji ber ku gelek caran mezinên eşîrên wê herêmê bi fermande û rayedarên artêşa Tirkiyê re hevdîtin dikin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin