PeyamaKurd- Serokê berê yê Amerîkayê Donald Trump, di derbarê namzediya serokê niha yê Amerîkayê Joe Biden a ji bo hilbijartinên 2024an de got ku di vê serokatiya bêkêr de fikirîna namzediyê, ne karê aqil e.
Donald Trump ê namzedê Serokatiya Amerîkayê yên hilbijartinên 2024an e, piştî ku Biden berendamtiya xwe ragihand, li ser malpera xwe peyamek parve kir û got,
“Hûn 5 serokên herî binketî ku di dîroka Amerîkayê de cih girtine bînin cem hev jî ew nikarin zerarên ku Joe Biden dane neteweya me bidin, ew nikarin nêzîkî vê rêjeya zerarê jî bibin.”
Trump polîtîkayên aborî yên Biden rexne kir û destnîşan kir ku enflasyon li welêt di asta herî xirab a nîv sedsala dawîn de ye û bank îflas kirine. Dema ku pesnê polîtîkayên dijî-koçberî yên ku wî di serdema xwe de sepand û got ku "çepgir" welat xirabtir dikin.
Trump da zanîn ku Biden di asta cîhanê de Amerîka jî "heqaret" kir û destnîşan kir ku rêvebiriya welêt hanî ber "Şerê Cîhanê yê Sêyemîn".
Donal Trump, bi rêya peyamê soza têkbirina Biden a di hilbijartinên 2024an de da û îdiaya xapandina di hilbijartinên berê de dubare kir û wiha got: "Bi serokatiyeke wiha dijwar û neserkeftî re ne pêkan e ku Biden bifikire ku ji bo carek din berbijar bibe."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin