Pûtîn: Berê navbera me û Swêd û Fînlandiya bas bû lê niha wê wiha dewam neke

Pûtîn: Berê navbera me û Swêd û Fînlandiya bas bû lê niha wê wiha dewam neke

PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn di derbarê endamtiya Swêd û Fînlandiya ya NATOyê de axivî û da zanîn, wê endamtiya wan rê li ber aloziyê veke.

Serokê Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn li dijî lihevkirina Tirkiyê ya ji bo endamtiya Swêd û Fînladiyayê nerazîbûn nîşan da.

Pûtîn eşkere kir, endamtiya van her du welatan wê rê li ber aloziyê veke û got: “Divê were zanîn ku Rûsya ji niha û pê ve wê tedbîrên xwe yên leşkerî zêdetir bike.”

Herwiha eşkere kir: “Wekî din divê Sêwd û Fînlandiya zanibin, eger li wir hêza leşkerî were bicihkirin, wê ev yek bibe sedem ku Rûsya bersivê bide.”

Pûtîn destnîşan kir: “Berê navbera me û van her du welatan baş bû, lê niha wê wiha dewam neke.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin