Brîtanya helîkopterên 'Sea King' disîne Ukraynayê

Brîtanya helîkopterên 'Sea King' disîne Ukraynayê

PeyamaKurd – Wezîrê Berevaniya Brîtanyayê Ben Wallace, di serdana xwe ya Norwêcê de ragihand ku ew dê di çarçoveya alîkariyên leşkerî yên bo Ukraynayê de, helîkopteran bo artêşa Ukraynayê dabîn bikin.

Wallace gotiye, ew ê 3 helîkopterên cûreya ‘Sea King’ û hezar mermiyên topan ji bo parastina axa Ukraynayê ji Rûsyayê bişînin û daye zanîn ku ev dê ji bo parastina erdên ji destê Rûsyayê hatine derxistin bibe alîkar.

Li gorî medya Brîtanî niha yek ji wan helîkopterên 3 Sea King li Ukraynayê ye.

Hefteya borî jî Serokwezîrê Brîtanyayê Rishi Sunak di serdana Kîevê de ragihandibû ku ew dê alîkariyeke nû ya bi 50 milyon sterlînan bidin Ukraynayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin