Dadgeha Iraqê ji ber gendeliyê 2 sal ceza da wezîrekî berê

Dadgeha Iraqê ji ber gendeliyê 2 sal ceza da wezîrekî berê

PeyamaKurd - Dadgeheke Iraqê li Bexdayê du sal cezayê girtinê da Wwezîreke berê yê Şarewaniya Iraqê Riyaz Ebdulhemze Ebdulrezaq Xerîb ku bi ser milîsên Bedir ve ye.

Dadgeha Kerx a tewanên taybet derbarê destpakiya Bexdayê de, îro 14ê Sibatê biryara du sal cezayê girtîgehê ya Riyaz Ebdulhemze Ebdulrezaq Xerîb ku ji sala 2006 heta 2010ê wezîr bû ragihand.

Riyaz Ebdulhemze ku yek ji rêveberên milîsên rêxistina Bedir e û ji ber gendelîya di peymanên çêkirina 17 kargehên qîrê bi nirxê 25 milyon dolaran di sala 2007ê de, ew ceza jê re hatibû dayîn.

Dadgehê heman ceza ji bo rêveberê giştî yê wezaretê Haşim Ebdulzehre Ezîz jî derxistiye.

Herwiha dadgeha Kerx maf da wezareta şarewaniyê jî dozê li dijî wan vekin û daxwaza qerebû kirina wan ziyanên herdu tewanbaran daye wezaretê jî bikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin