Zelenskiy bang li xelkê xwe kir: Baldartir bin!

Zelenskiy bang li xelkê xwe kir: Baldartir bin!

PeyamaKurd- Serokê Dewleta Ukraynayê Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya banga gel de xelkê Ukraynayê hişyar kir ku ji berê baldartir bin. Zelenskiy da zanîn ku hedefa Rusyayê, niha binesaziya enerjiyê ye û divê ew di bikaranîna elektrîkê de bi baldarî tevbigerin.

Volodimir Zelenskiy, di axaftina xwe ya banga gel de diyar kir ku hefeda Rusyayê, binesaziya enerjiya Ukraynayê ye û Rusya di hefteya dawî de hemû êrîşên xwe li dijî binesaziyê dike.

Zelenskiy li ser van êrîşan xelkê Ukraynayê jî hişyar kir û got,

“Hedefa terorîstan a bingehîn, enerjî ye. Ji ber vê yekê jî li ser mijara bikaranîna bi hişmendî ya enerjiyê de baldartir bin. Sekaniya endustriya enerjiya dewleta me, girêdayiyê hemû bajar û herêmên Ukraynayê ye.

Ji kerema xwe re bi taybetî jî di saetên şeveq û êvarê de bikaranîna amûrên xwe yên elektrîkî kêm bikin.”

Serokê Dewleta Ukraynayê, di dewama axaftina xwe de diyar kir ku ew ê êrîşên artêşa Rus nikaribin artêşa Ukraynayê rawestînin. Zelenskiy bi berdewamî got,

“Ez dixwazim bin xêz bikim ku êrîşên terorîstan, nikarin artêşa me rawestînin. Dema ku ew dibêjin ‘em bi van êrîşan li dijî binesaziyê dixin û em ê bi van êrîşan çalakiyên artêşa Ukraynayê hêdî bikin’ derewan dikin.

Xelkê Ukraynayê gihîştin hev û dizanin ku teqez siûdeke Rusyayê ya ku di vî şerî de bi ser bikeve, tuneye. Hêzên me yên berevaniyê, ji bo ku welatê xwe biparêzin, her tiştên pêwîst bi dest dixin û her roj bi pêş ve diçin.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin