PeyamaKurd – Li Pakistanê li eyaleta Hayber Pahtunhvayê di êrîşa bombeyî de 7 leşker mirin. Ji 7 kesan 5 jê leşkerin û 2 ji wan zabitin an ku subay in. Li ser bûyerê serokkomar û serowezîrê Pakistanê bûyerê şermezar kirin.
Li gor nûçeya di rojnama Dawnê de; artêşa Pakistanê beşa têkiliyên bi gel re (ISPR) ragihandiye ku bi bombeyê êrîşê qereqolê kirine û piştî wê jî gelek êrîşên xwekujî hatine kirin.
Di serê êrîşê de 5 leşker mirine û dema artêş operasyon kiriye ser êrîşkeran jî 2 sûbay mirine. Ji êrîşkeran jî 6 çekdar mirine. Li ser bûyerê serokwezîr Şahbaz Şerîf got:
“Ez û temamê milletê min em bi şehîdên xwe serbilindin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin