PeyamaKurd – Serokê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan berya hereket bike Amerîkayê li balafirgehê daxwuyaniya çapemeniyê da û got; wê bernama wî ya Amerîkayê gelek tije be û behsa pêvajoya endamtiya Tirkiyê ya Yekîtiya Awrûpayê kir. Erdoğan got:
“ Yekîtiya Awrûpayê hewl dide ku Tirkiyê ji xwe veqetîne. Em mecbûr bimînin em dikarin rêya û YAyê ji hev veqetînin.”
Erdoğan ji bo li Amerîkayê tevlî civîna giştî ya NY bibe û hevdîtinan bike, diçe Amerîkayê. Erdoğan di daxwuyaniya civîna çapemeniyê de behsa hinek mijaran kir. Erdoğan got:
“Wê civîna me gelek qelebalix be. Ez ê di 19 ê mehê de xîtabê civîna giştî ya NY bikim. Li ser mijarên di rojevê de ne, ez ê fikrên me ragihînim.
Ez ê bi gelek hemkarên min yê dinyayê re hevdîtinan bikim. Ez ê seredana Tirkên me yên li Amerîkayê bikim, bi rêxistinên ramanî re şêwran bikim.
Em ê bi karsazên Amerîkayê re hevdîtinan bikin bê dikarin di kîjan sehayan de li Tirkiyê veberhênanên xwe zêdetir bikin.
Li ser mijara Azerbeycan û Ermenistanê me ji Putin, Paşinyan û Aliyev daxwaza hevdîtinê kir. Em pêvajoyê ji nêz de dişopînin.
Bila Îsveç wezîfa xwe bike û tiştên dikeve terefê wê bila bike. Çi dike bila bike dixwaze bila qanûnan biguhêre, eger terorîstan sewqê xwepêşandanan bike, ev tê vateya ku sozên xwe bicîh nayne.
Li ser mijara F-16an dibêjin kuu divê meclisa nûneran ya Amerîkayê biryarê bide. Li wê derê meclisa nûneran hebe li cem me jî parlemento heye. Parlementoya me çi biryarê dide ew teqdîra wan e.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin