Di demeke nêzîk de deriyê sêyemîn ligel Bakurê Kurdistanê tê kirin

Di demeke nêzîk de deriyê sêyemîn ligel Bakurê Kurdistanê tê kirin

PeyamaKurd - Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed ragihand ku ji bo deriyê sînor yê di navbera navçeya Rûbarok a Colemêrgê û Mêrgesorê ya navçeya Soran a Hewlêrê de, bê vekirin dest bi xebatan dikin.

Ji bo xebatên vekirina Deriyê Sînorê Nevdewletî yê di navbera Mêrgesor û Rûbarokê ku di sala 2014an de dest bi çêkirina wî hatibû kirin, Lijneya Wezîrên Herema Kurdistanê biryar da ku bê temamkirin.

Qeymeqamê Mêrgesorê Xefûr Ehmed li ser vekirina derî ji Rûdawê re daye xuyakirin, “Ji bo projeya deriyê sînor yê li gundê Zetê ku di navbera Mêrgesor û Rûbarokê de ye bê temamkirin, em ê dest bi xebatan bikin. Lijneya Wezîrên Herema Kurdistanê pêkanîna projeyê pesend kir. Komîsyoneke taybet hat avakirin û me serdaneke hevpar pêk anî.”

Xefûr Ehmed diyar kir, “Ger şert guncaw bin, em plan dikin ku projeyê di dawiya meha Nîsanê de pêk bînin. Di vê çarçoveyê de rêya derî ya ku dikeve aliyê Herema Kurdistanê dê bê asfaltkirin.”

Ehmed da zanîn, “Ji Zêtê heta Mêrgesorê dê 13 km rê bê asfaltkirin. Ji bo vê yekê em li bendê ne ku rewşa hewayê xweş bibe.”

Ehmed bal kişand ser ku bi vekirina derî re dê di navbera herdu aliyan de hecma aboriyê zêde bike û got, “Derî dê alîkariya aborîya heremê bike. Di warê aborî û turîzmê de dê bibe deriyê dahatê.”

Di navbera Herema Kurdistanê û Bakurê Kurdistanê de ji xeynî Deriyê Îbrahîm Xelîl, Deriyê Serzêrê yê di navbera Duhok û Çelê de jî heye. Deriyê sînor di navbera Mêrgesor û Rûbarokê de dê bibe deriyê sêyemîn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin