PeyamaKurd - Parlamenterên Meclîsa Federal ên Partiya Çepgir Hêlîn Evrim Sommer, Gokay Akbulut û Parlamentera Meclîsa Eyaleta Hambûrgê Cansu Ozdemir bang li rêveberiya Berlînê kirin û gotin, “Divê Birêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê were parastin û naskirin.”
‘PÊDIVÎ BI GARANTORIYA NETEWEYÊN YEKBÛYÎ HEYE‘
Siyasetmedarên elman ên Kurd diyar kirin ku bi nûnerên herêmê re li ser daxwazên wan gelek hevdîtin kirine û destnîşan kirin ku dewleta Tirk gelek caran li dijî hiqûqa navnetewî tevdigere. Êrîşê dibe ser Rojava û dagirkeriya xwe ya li ser Efrînê berdewam dike.
Parlamenteran gotin, “Kurdan di şerê dijî DAÎŞê de bi roleke diyarker lîstin. Em wê gotina ku Kurd şerê wekaletê dikin red dikin.Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne ji bo berjewendiya dewletên din şer dikin. Ji bo ku komên cuda yên li Sûriyê yên etnîk û olî, bi rengekî azad, demokratîk û wekhevî bi hev re bijîn têdikoşin. Divê mirov hurmetê bide vê têkoşînê, têkoşînê qebûl bike û piştgirî bide. Ji bo vê jî divê xwerêveberiya bakur û rojhilatê Sûriyê were parastin û destekkirin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin